28 January 2026 - 22:51
Eraqçî: Hebûna hêzên amerîkî, yê bibe sedema têkçûna istiqrara herêmê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir: Ev nêrîna li seranserê navçeyê heye ku gefeke leşkerî anegorî taybetmendîyên bicihbûna hêzên Amerîkayê li rojavaya Asyayê, yê bibe sedema têkçûna istiqrarê li seranserê navçeyê.

Li gor nûçeya Ajansa EhlulBayt (S) -ABNA-Seyîd Ebbas Eraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara dûhatên her cure tundkirina gêreyê li herêmê himber aştî û istiqrara rojavaya Asyayê da hişyarî da. Iraqçî her cure peywendîya digel Istîv Vîtkaf di çend rojên vê dawîyê da derew zanî û got: Me ti daxwazeke muzakireya tev Amerîakyê raber nekirîye.

Eraqçî bi bîr xist: Heke dixwazin muzakireyek pêk werw. Bê guman divê gefxwarin, zêdexwazî û hilêxistina mijarên derveyî mentqê wêda bidin, muzakire divê di asteke beranber u li gorî rêzgirtinê be. Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Li qada navdewletî, hertim gefa leşkerî u dîplomasî bi awayê hevgav hebûne û her yek ji wana jî rêya xwe heye. Iraqçî herwiha got: Helwesta me bi awayekî deqîq eva ye ku sepandina dîplomasîyê ji rêya gefa leşkerî nikare encamê bi xwe ra bîne. Wî her wiha got: Helbet hin welat wek navbeynkar di halê rawêjkarî u hewlê da ne ku me bi wan ratêkilî heye. Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiah got: Têkilîyên me bi welatên herêmê ra bi awayekî berdewam didomin.

Balyozên wan bi Wezareta Karên Derve ya me ra di nav têkilîyê da ne û ez jî bi Wezîrên Karên Derve yên welatên herêmê ra bi berdewamî di nav têkilîyê da me. Wezîrê Karên Derve yê Îranê di têkilîya telefonî ya digel Bin Ferhan Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê da pêgirî ser berpirsyarîya hevpar u hevkarîya welatên navçeyê jib o paratina istiqrar û ewlehîya herêmê kir û derbara dûhatên her cure tundkirina gêreyê da li navçê hişyarî da.  

VÎDYO NÛÇE VÎDYOYÊN TAYBET AMRÎKA KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ SEYÎD EBBAS ERAQÇÎ

Your Comment

You are replying to: .
captcha